Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Anketa NBC'ê: Eyalatên ku Piştgirî Dane Trump ji Rêvebirîya Wî Ne Razî Ne


Pirtir 60 ji sedê gelên eyaletên ku di hilbijartina seroktîyê de piştgirî dane Donald Trump û di serkeftina wî de rolekî girîng listîne, dîyar dikin ku ew jiber Trump ve fedî dikin.

Ser pirsa ‘’Hûn ji tiştên ku Trump li Qesra Sipî kirine fedî dikin yan bi wan serbilind in?’’, 64 ji sedê beşdarên li Michigan û Wisconê û 63 ji sedê yên li Pennsylvania dîyar kirin ku ew fedî dikin.

Li gor anekta NBC News/Marist, li van her sê eyalet rêjeya kesên ku piştgirî didin Donald Trump daketîye bin 40 ji sedî. Rêjeya piştgirîya bo Trump, li Michiganê 36 ji sedê ye, li Pennsylvania 35 û li Wisconsinê jî 34 e.

Di anketê de, pirsa ‘’Hûn dixwazin kî di sala 2018’an de Kongresê birêve bibe?’’ jî hat pirsîn. Li Michiganê 48 ji sedê, li Pennsylvania 47 û li Wisconsinê jî 46 da zanîn ku ew dixwazin Demokrat Kongresê birêve bibin.

60 ji sedê beşdaran dîyar dikin ku bi rêvebirîya Trump, sekna Amerîka ya li cîhanê zarar dîtiye.

Di hilbijartina seroktî ya 2016’an de, her sê eyalat jî piştgirî dabû Trump.

XS
SM
MD
LG