Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Anketên Dawî yên Yunanistanê Didin Zanîn ku Çipras ji Desthilatê Diçe


Anketên dawî yên berî hilbijartina pêşwext yên Yunanistanê dîyar dikin ku Partîya Demokrasî ya Nû (ND) ferqa bi SYRIZA ya li desthilatê re zêde kiriye.

Kompanîya lêkolînê, RASSê ragihand ku partîya çepgir SYRIZA ya bi pêşengîya Aleksis Çipras dê 25,4 ji sedê dengan bistîne.

Heman kompanî dide zanîn ku ND ya bi pêşengîya Kyriakos Miçotakis 35,2 ji sedê dengan bistîne û bi ser keve.

Public Issue jî dîyar kir ku ND li pêş e û ferqa di navbera her du partîyan de 15,5 ji sedê ye.

ND di hilbijartina Parlamana Ewrupa de SYRIZA bi 10 puanan deraz kiribû.

Piştî wê encamê Miçotakis karvekişîna Çipras xwestibû û wî jî biryara hilbijartina pêşwext dabû.

XS
SM
MD
LG