Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Annan Daxwaza Agirbesteke Demûdest li Sûrîyê Dike


Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ereb Kofi Annan dibêje, divê hikûmeta Sûrî demûdest dest bi agirbestê bike û êrîşên xwe yên dijî grubên opozîsyonê rawestîne, li vê Înîyê ku pevçûnên nû li seranser wî welatî diqewimin.

Berdevkê Kofi Annan Ahmad Fawzi li Geneva’yê got, divê Serok Beşar Esed niha dest bi cîhanîna plana şeş xalî ya birêz Annan bike. Lê, wî dîyar nekir ku Neteweyên Yekbûyî çi bike, eger Esed şertên planê pêk neyîne.

Tevî ku Beşar Esed Seşemê ragihand ku wî plana aştîyê qebûl kirîye, tundûtûjî rojane berdewam kir.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî jibo Mafên Miorovan (Syrian Observatory for Human Rights) ji Dengê Amerîkayê re got, hêzên hikûmetê êrîşa xwe ya li ser Humsê domand û herî kêm 2 kes di encama êrîşên havanî de hatine kuştin.

Li bajarê Idlib û li dervayê paytaxt Şamê jî bûyerên şer û pevçûnan hate ragihandin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, herî kêm 9.000 kes ji destpêbûna serhildana dijî Beşar Esed vir ve, li Sûrîyê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG