Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Xwenîşanderên Dijî Şer li Chicago Dimeşin


Bi hezaran xwenîşanderên dijî şer wê îro Duşemê li Chicago çend blokan dûrî kongreya neteweyî ya Demokratan bimeşin.

Meşa wan xwenîşanderan protestoyên 1968’an yên dijî şerê Amerîka yê li Vîetnamê bi bîr dixe.

Sala 1968’an di protestoyên Vîetnamê de bi qasî 10,000 xwenîşander dijî serokê wê demê Hubert Humprhey jibo ew dawî li şerê Vîetnamê bîne, meşîyan.

Protestoya nêzî kongreyê veguherîbû pevçûnên bi polîs re û bûyerên tûndûtûjîyê çêbûbûn.

Xwenîşanderên îro jî ser êrîşên li Gaza û protestokirina piştgirîya çekan ya rêvebirîya Biden ya jibo Îsraîlê dimeşin.

Sala 1970’an hejmara kesên li Vîetnamê miribûn rabûbû 30,000’î.

Niha li şerê Îsraîlê yê li Gaza ti leşkerê Amerîka tuneye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG