Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî li Amedê Koça Dawî Kir


Dengbej Seyîdxane Boyaxcî
Dengbej Seyîdxane Boyaxcî

Dengbêjê navdar Seydo Şîmşek, ku di nav agel de wek Seyîdxanê Boyaxçî dihat nasîn, îro di 91 salîya xwe de li Amedê koça dawî kir.

Apê Seyîdxan ku bi navê "Bilbilê Amedê" jî dihat nasîn, bi kilama "Têlî" nav û deng vedabû û ji sala borî vir ve nexweş bû.

Seyîdxanê Boyaxçî ji Erxenê bû, dê û bavê wî jî dengbêj bûne lê dema zarok e sêwî dimîne û li ber destê Apê xwe mezin dibe. Ew dabara jîyana xwe bi boyaxkirina solan dike, navê "Boyaxçî" ji vî karî tê. Paşê jî dibe karkerê Şaredarîya Amedê û ji wir karkenar dibe.

Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî endamê Dengêjên Komela Dîcle û Feratê û herwiha yê Mala Dengbêjan bû.

Apê Seyîdxan îro li Amedê, li Goristana Yenîkoyê hat binax kirin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir yên ser vê raporê bi lînka jêrîn guhdar bikin:

KHF_07_05_2020_Dengbej Seyîdxane Boyaxçî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:42 0:00


***

Me di meha îlonê de, dema ew nexweş bû li mala wî bi wî re hevpeyvînek kiribû ku hun dikarin bi vê lînkê temaşe

Seyîdxanê Boyaxçî: Bilbilê Amedê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:52 0:00


https://www.dengeamerika.com/a/seyxan%C3%AA-boyax%C3%A7%C3%AE-amed/5098144.html

XS
SM
MD
LG