Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Şervanên Kurdên Sûrîyê Êzîdîyên Ase Rizgar Kirin


Şervaneke YPG alîkarîya Êzîdîyên ku ji Şengalê aware bûne dike
Şervaneke YPG alîkarîya Êzîdîyên ku ji Şengalê aware bûne dike

Ajansa Assocated Press dibêje, bi deh hezaran Kurdên Êzîdî ji alîyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatine rizgar kirin û pênaberên Êzîdî wan wek qehreman dibînin.

Nûçegîhanên ajansê çûne Kampa Newroz ya li Dêrîkê û ligel wan Êzîdîyan axifîne ku ji hovitîya DAÎŞ revîne.

AP dibêje, şervanên YPG ji çend rojan vir ve xebatê dikin ku Êzîdîyên ase mane ji Çîyayê Şengalê rizgar bikin û bigehînin Rojava.

Ajans bi berdewamî dibêje, şervanên YPG av û xwarin didin ku nu digehijin nav axa Rojava.

Îsmaîl Reşê yê 22 salî ku niha li Kampa Newroz e wiha dibêje: “Şervanên YPG ji me re rê vekir. Eger ne ji wan bûya, emê li wan çîyana ase bimana.”

Gelek penaber ji AP re gotine ku bi rojan ewan xwarin nexwariye û levên wan gîş zuha bûne.

“Em çend roj bê av û nan bûn û em li ser zinaran raketine. Em ji erdê heta esmanê spasdarê YPG ne. Eger YGP nebûya, yek Êzdî jî nedima” Êzîdîyekî bi navê Nacî Hasan gotiye.

Fermanderekî YPG yê bi navê Omer Alî jî ji AP re hanikî gotiye:

“Me tenê bersîva hawarên Kurdên Êzdî da. Ew di rewşeke xeter de bûn û me ji wan re rêyekeewle vekir. Divêbû em wan biparêzin jiber ku ew jî Kurd in beşeke netewê me ne.”

Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku hîn jî dora 50 hezar Êzîdî ber bi çîyê revîne û li wê derê girtî mane.

XS
SM
MD
LG