Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Milliyet Hurgilîya Hevdîtina Ocalan ya bi BDP'ê re Diweşîne


Naveroka axaftina Serokê Partîya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan bi şandeya Partîya Aştî û Demokrasîyê re îro Pêncşemê li medya Tirkîyê hate weşandin.

Roja Çarşemê piştî nirxandinên civîna navendî ya BDP’ê li Enqerê, heyeteke BDP’ê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jibo danûstandinan bi karbidestên rêvebirîya Herêma Kurdistana Îraqê û rêvebirên PKK’ê re bikin, giheştin Herêma Kurdistanê.

Di rojnameya Milliyet ya Tirkîyê de, destnivîsa axaftina Ocalan ya bi şandeya BDP’ê re ku Şemîya borî pêk hatibû bi berfirehî hate weşandin, berî ku danûstandinên şandeyên BDP û KCD’ê destpê bikin.

Rêberê PKK’ê di hevdîtinê de li ser îhtîmala têkçûna vê pêvajoyê disekine û dibêje, ‘Ger pêvajo sernekeve êdî APO jî wekî mirî bizanin. Divê Tirk jî vê yekê zanibin.

Serneketin wê şerekî asta navîn û asta bilind bixwe re bîne. Ev jî wê bibe sedem ji alozî û serhildanê re. Jîyana me hemîyan wê bikeve xeterê.’

Li alîyê din, Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul jî pirsa Kurd û pêvajoya Îmrali’yê jî bi berfirehî dinirxîne.

Birêz Gul dibêje, ‘Kurd mîna ku li Tirkîyê, herwiha li gelek herêmên Rojhilata Navîn jîyana xwe didomînin ku lazim e li van welatan, di asta hemwelatîbûna bilind de û bi aramî û aştîyanê bijîn.’

Pêşnîyara rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya li ser jinûve nivîsîna “madeya hemwelatîbûnê” di qanûna bingehîn de, hem ji alîyê karbidestên AK Partî’yê hem jî CHP’ê ve wekî raveyeke maqul tê qebul kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG