Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Rê li Ber Apple Vekir ku Kompanya Shazam Bikire


Yekîtîya Ewrupa (YE) rê li ber kompanya Apple vekir ku app’a dîtina muzîkê ya Brîtanî, Shazam bikire, piştî ku vekolîna wê nîşan da ku ew yek zararê nade kêbirkeya nav bazara muzîkê.

“Piştî vekolîneke rekûpêk ya pêzanînên derheqa karîner û stranên Shazam, me dît ku kirîna wê ji hêla Apple ve dê pêşbirka di bazara muzîka dîjîtal de kêm neke,” komîsyonera YE Margrethe Vestager di daxuyanîyeke nivîskî de got.

Apple ku çêkera telefona iPhone e sala borî ragihandibû ku ewê şîrketa Shazam bikire da ku bikaribe hember rêbera sektorê Spotify rewşa xwe xurtir bike.

Shazam app’eke taybet e ku dema smartfon ber bi çavkanîyeke muzîkê tê zivirandin, nave wê stranê dîyar dike.

XS
SM
MD
LG