Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Dibêje di Êrîşên Esmanî de 28 Endamên El Qayde li Yemenê Hatine Kuştin


Wezareta Berevanîyê ya Amerîka radigihîne ku ji 23'ê Îlonê heta 13'ê Berfanbarê, li Yemenê di êrîşên esmanî de 28 çekdarên El-Qayde hatine kuştin.

Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî Josh T. Jacques da zanîn ku ji wan êrîşan 9 li dijî El-Qaydeya Nîvgirava Erebî (AQAP) hatine darxistin. Jacques dîyar kir ku bi van êrîşan ew dixwazin pêşi li êrîşên çekdaran bigirin.

''AQAP rêxistinike terorîst e û heta niha çend caran li dijî Amerîka û hevalbandên wê êrîş li dar xistine. Di Krîstmisa 2009an de, li Amerîka hewil dan ku firoka rêwîyan bipeqînin û di meha Rêbendanê ya 2015an de jî li Parîsê qetlîama Charlie Hebdo kirin,'' Jacques got.

Li Yemenê şerê giran didome. Di alozîya berdewam de Alî Abdullah Saleh û serhildayên Husî ku Îran piştgirî li wan dike û Abdu Rabu Mansour Hadi ku Erebîstana Saudî û Amerîka piştgirî didin, dijî hevdû şer dikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku DAIŞ û AQAP li Yemenê roj bi roj li wî welatî êrîşên xwe girantir û pirtir dikin.

XS
SM
MD
LG