Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Arinç “Komîsyona Aqilmendan” Eşkere Kir


Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Bulent Arinç îro navê 63 mirovên “Komîsyona Aqilmendan” eşkere kir.

Bulent Arinç destnîşan kir komîsyon li gorî kesên ku di nav civakê de tên naskirin û hez kirin, hatîye dîyar kirin.

Birêz Arinç da zanîn, roja Pêşemê, Serokwezîr Erdogan, li Qesra Dolmabahçeyê, bi 62 mirovên aqilmend re dê kombûnek taybet lidar bixe.

Bulent Arinç wiha dewam kir: “Serokwezir dê li ser rewşa pengava çareserkirinê agahîyan bide û bendewarîyên ku ji wan hêvî dikin, dê di civinê de destnîşan bike.”

Cîgirê Serokwezîr da zanîn, ev nav ji alîye hikûmetê hatin tayin kirin û serokwezîr bixwe van kesan wezifedar kir.

Herwiha hemû navên di komîsyonê de cî digirin, heta neha her jibo demokrasîye hewil dane û bawerîya wan ji van navan heye ku ewê vê wezîfê bi serbilindî cîh bînin.

“Komîsyona Aqilmendan” li gorî heft herêmên Tirkiyê dê heft grubên xebatê ava bikin. Ev grub ji neh kesan pêk tê.

Herwiha grub, dê li heft herêmên Tirkîyê, di derbarê pengavê de, dê gel agahdar bikin. Di her grubek de serok, cîgirê serok û berdevkê grubê hatîye destnîşan kirin.

Grubên “Komîsyona Aqilmendan” dê mehek seranser li hemî bajarên herêmê yên ku hatine wezîfedar kirin, bi gel re civînan lidar bixin.

Hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk di derbarê navan de jibo Dengê Amerîka got “Em nikarin tiştek bejin. Dibe ku navên komîsyonê bi qayilbûna İmralîyê jî hatibe çêkirin. Lê, jiber ku me hîn bi rêberê PKK’re hevdîtineke nû çênebûye, em naxwazin ku bejin ev nav tene ji alîye AK Partîyê hatîye dîyar kirin.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG