Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamê Komîsyona Aqilmendan Coşkun: Serokwezîr Erdogan Bersîva Pirsên Komîsyonê Da


Serokwezîrê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan, êvara do Pêncşemê li ofîsa xwe ya li Qesra Dolmabahçeyê, bi 62 endamên Komîsyona Aqilmendan re, li ser Pêvajoya Çareserîyê kombûneke taybet lidar xist.

Recep Tayyîp Erdogan got "niha dema cejnê û helalîye ye. Bila bê zanîn ku dîroka Kurd û Tirkan ji 29 salên dawî pêk nayê, ji hezar salan zêdetir in bihev re dijîn."

Serokwezirê Tirkîyê destnîşan kir ji îro û şûnda dest bi restorasyona civakî kirine û hemû hewildan jî jibo pêşxistina vê armancê ye.

7 komîsyonên aqilmendan dê biqasî du mehan li herêmê xwe bi gel re bicivin. Piştî civînê dê raporan amade bikin û raberî hikûmetê bikin.

Vahap Coşkun yek jî endamê Komîsyona Aqilmendan yê Herêma Rojhilata Anatolyayê ye.

Birêz Coşkun ji Dengê Amerîkayê re da zanîn endamên komîsyonê di civînê de pirsen ku meraq dikirin ji serokwezîr pirsîne û serokweîr jî bersîva pirsên wan daye.

Serokê Giştî yê Komela Mafê Mirovan (İHD) Ozturk Turkdogan jî ji Dengê Amerîka re destnîşan kir her komîsyonek dê çarçova xebata xwe dîyar bike herwiha aqilmendên ku nûnerên rêxistin yan sazîyan e, endamên sazîyê wan jî wê bikaribin li herêmê xwe beşdarî van xebatan bibin.

Birêz Turkdogan got, bi vê yekê gumanên ku hebûn ji holê radibin, jiber ku hikûmet xwe nake nav kar û xebatên komîsyonan.

Serokê Giştî yê İHD’ê dîyar kir ku pirsa Kurd ne pirsgirêka terore ye û divê hikûmet û bîragiştî nema bi vê nêrînê li meseleyê binêrin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG