Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komkara Ereb Biryara Trump li dor Orşelîmê wek “Metirsîdar” Binav Dike


Komkara Ereb dibêje biryara serokê Amerîka Donald Trump a pênasîna bi Orşelîm wek paytexta Îsraîlê, ew ”Pêvajoyeka metirsîdar e ku yekaliya Amerîka diyar dike di berjewendiya dagîrkeran û binpêkirina yaseyên navnetewî de.”

Daxuyaniya komkarê, ku îro Yekşemê hate belavkirin piştî kombûneka awarte ya wezîrên derve yên wê li Qahîra paytexta Misir, got biryara Trump rola Amerîka têk dibe wek navînciyekî di proseya aştiya Rojhilata Navîn de.

Daxuyaniyê her wiha got pênasîna Trump “girjiyan kûrtir dike û dê tengijînê belav ke û berê herêmê bide tundûtijî û xwînê.”

Wek bersiv ji ragihandina Trump re, Serokê komkara Ereb banga welatên cîhanê kir ku pênasînê bi Filestîn bikin wek welatekî serbixwe û paytexta wê jî Orşelîm be.

Wezîran her wiha bang li civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî kir ku bi awakî fermî biryara Trump şermezar bike.

XS
SM
MD
LG