Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komkara Erebî ji bo Pilana Trump a Rojhilata Navîn Kom Dibe


Wezîrên derve yên Komkara Erebî îro li Qahîra paytexta Misrê kom dibine ji bo gotûbêjkirina pilana Koşka Spî ya bidawîanîna şerê Îsraîlê û Filestîniyan.

Kombûna Komkara Erebî li ser daxwaza Filestîniyan dibe, ku ji vê pilana Amerîka ne razî ne.

Serokê Filestrînî Mehmûd Ebbas ê ku gotibû” hezar na “ ji bo vê pilanê, di kombûna îro de amade dibe.

Wî got Filestînî pêgirin bi dawîanîna dagîrkeriya Îsraîlê.

Serokê Komkarê Ehmed Ebûl-Xeyt roja çarşemê gotibû ku deqa siyasî ya pilana serokê Amerîka Donald Trump diyar dike ku wê “mafên rewa yên Filestiyan li wan navçeyan paşguh xistine.”

Wî gotibû ku bersiva Filestîniyan wê sereke be di helwesta giştî ya Erebî de.

Pilana ku Trump roja Sêşemê li Waşintonê ragihandibû, rê dide Îsraîlê ku hemî wargehên Qeraxa Rojava û Newala Urdunê tevlî xwe bike, li beramber Dewleteka Filestînî li Gezayê.

Filestînî û piraniya civaka navnetewî wargehên Îsraîlê yasayî nabînin.

XS
SM
MD
LG