Lînkên eksesibilîtî

Ariana Grande Ser Peqîna li Dû Konserta Wê Xemgînîyên Xwe Dibêje


Ariana Grande

Ariana Grande ya pop star, pênc demjimêr piştî peqîna Manchester ya Brîtanya ragihand ku ‘’şikestî’’ ye.

Di peqîna ku hema li dû konserta stranvan Grande pêk hat de, 19 kes hatin kuştin û dora 50 kesên din jî birîndar bûn.

‘’Şikestî me. Ji nava dilê xwe, pir pir xemgîn im. Nizanim çi bibêjim’’ Grande li ser Twitter’ê nivîsî.

Berdevkên Grande, piştî peqîna ku karbidestên Brîtanî dibêjin êrîşeke terorî ye, dîyar kirin ku stranvana 23 salî ji alîyê fîzîkî ve ‘’baş e’’.

Du karbidestên Amerîkî, bi şertê ku navên wan eşkere nebin ji Reuters’ê re ragihandin êrîşvanekî xwekuj xwe peqandîye.

Grande bo albuma xwe ya dawî ‘’Dangerous Woman’’ (Jina bi Talûke) derketibû gera Ewrupa.

Li gor bernameya dîyarkirî, piştî Manchesterê, di rojên pêş de Grande dê li Belçîka, Polonya û Almanya jî konsert bida lê hîn nayê zanîn ku ewê Grande piştî êrîşa Manchesterê konsertên li wan welatan pêk bîne yan na.

XS
SM
MD
LG