Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvanên Sûriyê: Êrîşeke Hikûmetê li Idlibê 9 Kes Kuştin


Çalakvanên Sûrî û pizîşkekî got êrîşeke esmanî ya hikûmetê li ser bazereka bajarê Erîha 9 kes kuştin.

Dr. Mihemed Ebreş, serokê nexweşxaneya Idlibê îro Şemiyê got di encama êrîşê de her wiha keçeke sê salî û mêrekî di rewşeke tenduristî ya xerab de ne.

Çalakvanekî bajarê Erîha bi navê Xeyas ku nexwest paşnavê xwe diyar bike got êrîş di demeke qebalix a bazarê de bû ku xelkê xwarin û pêwîstiyên xwe yên rojane dikirîn.

Wî got wê jimara qurbaniyan bilintir ba eger tîma berevaniya sivîl huşdarî nedaba welatiyan ku pir lihev kom nebin.

Ji hefteya borî ve bajarê Erîha bûye armanca êrîşên hikûmeta Sûriyê.

XS
SM
MD
LG