Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Arizona Îro 619 Pêketinên Nû yên Korona Hatin Dîtin


Karbidestên saxlemîyê li istana Arizona ya Amerîka îro Înê ragihand ku bi 619 pêketinên nû yên vîrusa korona, hejmara giştî ya bûyerên piştrastkirî yên COVID-19 bû 196,899.

Karbidestan herwiha da zanîn ku 4 kesên din ji nexweşîya 196,899 jîyanên xwe hinda kirin û hejmara giştî ya mirinan jî giheşt 4,688 kesan.

Rêvebirîya Saxlemîyê dîyar kir ku rêjeya kesên li nexweşxanê bi berdewamî hindiktir dibe û ji niha giheştiye asta herî nizim ya destpêka Hezîranê vir ve.

Li gor ajansa AP, Zanîngeha Johns Hopkins jî piştrast dike rêjeya pêketin û mirinên girêdayî korona li Arizona di nav hefteyên borî de kêmtir dibe.

XS
SM
MD
LG