Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Kongresa Arjantînê Rêkeftineke ligel Îranê Îmza Dike


Seroka Arjantînê, Xanim Cristina Fernandez
Civata Kongresa Arjantîn’ê qebul kirîye rêkeftineke kêşebar ligel Îranê îmza bike, bi mebesta dawîkirina vekolîna derbarê êrîşa herî xirab li ser wî welatî.

Dozgerên Arjantînî bawer dikin hikûmeta Îranê ferman daye jibo bombekirina navendeke Cihûyan li Arjantîn'ê, li sala 1994’ê ku di encama wê de 85 kes hatibûn kuştin.

Wê çaxê lîsteyeke bi navê çend karbidestên Îranê ketîye destê polîsên navnetewî anku Interpol.

Îran red dike ku rola wê di wê peqînê de hebe û wê ti car destûr nedaye ku polîs bi bergumanan re baxife.

Ev peymana nû dê komîsyoneke rastîyê damezrîne û rê bide dozgerên Arjantînî ku lêpirsîna bergumanên Îranê li Tehranê bikin.

Hikûmeta Seroka Arjantînê, Xanim Cristina Fernandez her du civatên Kongresê kontrol dike, cihê ku pejirandina dawî ya peymanê îro Sêşemê lê hate kirin.
Li ber e, ev peyman jibo erêkirinê here ber parlamana Îranî.
XS
SM
MD
LG