Lînkên eksesibilîtî

Di Êrîşên Xwekujî yên Ser Kampa Penaberan de 7 Kes li Lubnanê Birîndar Bûn


Wêneya arşîvê ya Kampa Arsalê

Artêşa Lubnanê ragihand ku 5 êrîşvanên xwekuj xwe peqandin, dema leşkerên wê serdana kampa penabaran ya li nêzî sînorê Sûrîyê dikir.

Artêşê da zanîn ku çekdarekî din jî bi bombeya destan êrîş li dar xistîye.

Karbidestên Artêşa Lubnanî da zanîn ku di encama êrîşan de 7 leşker birîndar bûn û xencî êrîşvanên xwekuj, ti kes nehatin kuştin.

Karbidestan ragihand ku êrîşên xwekuj, dema leşkerên Lubnanê li kampên nêzî bajarê Arsalê li çek û çekdaran digerîn, pêk hatin.

Hêjayî balkişandinê ye ku li Arsalê, di navbera leşkerên Lubnanî û çekdarên cîhadî yên Sunî de, gelek caran pevçûn pêk tên.

Artêşa Lubnanê, di mehên dawî de kontrola ser kampên koçberên Sûrîyê zêde kiriye jiber ku çekdarên ku ji Sûrîyê tên xwe di nav penaberan de vedişêrin.

XS
SM
MD
LG