Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Artêşa Sûrîyê li El-Mayadînê Pêşde Diçe


Reuters’ê îro Pêncşemê ragihand ku Artêşa Sûrîyê û alîgirên wê, hin herêmên El-Mayadîn ya li rojhilata Sûrîyê ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) sitandine.

El-Mayadîn yek ji navendên operasyonên DAIŞ’ê ye.

Artêşa Sûrîyê, bi piştgirîya Rûsya, Îran û çekdarên Şîa roja Yekşemê El-Mayadîn dorpêç kiribû.

Du karbidestên îstixbarata Amerîka, di meha Hezîranê de ji Reuters’ê re ragihandibû ku DAIŞ’ê tîma xwe ya propagandayê û fermandarên payabilind ji Reqa biriye El-Mayadînê.

XS
SM
MD
LG