Lînkên eksesibilîtî

Artêşa Amerîka Êrîşa li Nîjerê Piştrast Kir


Map showing Diffa, Niger, and surrounding countries

Artêşa Amerîka piştrast kir ku li başûrê rojavayê Nîjerê, di êrîşeke dijî hêzên hevpar yên Amerîk û Nîjerê de, sê leşkerên Amerîkî hatine kuştin.

Karbidestekî Wezareta Berevanî ya Amerîka dîyar kir ku leşkerên hatine kuştin hêzên taybet yên artêşê ne û ji yekîneya kumkeskan in.

Qerargeha Artêşa Amerîka ya li Afrîqa, AFRICOM da zanîn ku leşkerekî hêzên çekdarî yên Nîjerê jî hatiye kuştin

Ji Balyozxaneya Fransa ya li Washingtonê Emmanuelle Lachaussee dîyar kir ku hêzên Fransî, li herêmê ne û alîkarîya derketina leşkerên Amerîkî dikin.

Berpirsîya êrîşa dijî hêzên hevpar yên Amerîka û Nîjerê hîn ti rêxistin negirtiye ser xwe. AFRICOM’ê ragihand ku êrîş, 200 kîlometre li bakurê Niamey ya paytaxta Nîjerê li dar ketiye.

Li Nîjerê bi qasî 800 leşkerên Amerîkî hene. Ew leşker alîkarîya Balyozxaneya Amerîkî dikin û ji alîyekê de jî hêzên Nîjerî yên dijî DAIŞ’ê şer dikin, perwerde dikin.

Boko Haram ya navenda wê Nîjerya ya, li rojhilata Nîjerê û El-Qayde ya Mexrîb ya navenda wê Cezayîr û çekdarên DAIŞ’ê jî li rojavayê wî welatî cengê dikin.

XS
SM
MD
LG