Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî li Dêrezorê Pêşde Diçe


Maşîneyên Rûsya li ser rêya Dêrezorê
Maşîneyên Rûsya li ser rêya Dêrezorê

Artêşa Sûrîyê ya bi piştgirîya Rûsya, hemî çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) yên li Dêrezorê dorpêç kir.

Kanala dewleta Sûrîyê SANA dîyar kir ku bi taybetî li gundê El-Huseynîye yê li rojhilata Çemê Ferat pevçûnên gur diqewimin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî da zanîn ku El-Huseynîye, cîhê dawî yê berxwedana çekdarên DAIŞ’ê ye.

Hêzên Sûrî yên bi piştgirîya Rûsya, ji serê Îlonê vir ve li Dêrezorê pêşde diçin.

Çekdarên DAIŞ’ê, li bingeheke leşkerî ya li bakurê Dêrezorê û li firîngeheke li başûrê wî bajarî hêzên hikûmetê dorpêç kiribûn. Hêzên hikûmetê dorpêç kirin, Çemê Ferat derbaz kirin û hatibûn hemberî hêzên Sûrî yên bi piştgirîya Amerîka.

Hêzên Sûrî yên bi piştgirîya Amerîka, li rojavayê Çemê Ferat dijî DAIŞ’ê şer dikin. Hêzên bi piştgirîya Amerîka dîyar dikin ku hêzên hikûmetê yên bi piştgirîya Rûsya dijî wan êrîşên esmanî li dar dixînin.

Rûsya da zanîn ku, şervanên Kurd yên bi piştgirîya Amerîka êrîş birine ser hêzên hikûmeta Sûrîyê û ger careke din tiştekî wisa biqewime ewê bersîvê bidin.

Rûsya û Amerîka, di têkoşîna hevpar ya dijî DAIŞ’ê de hewil didin ku pev neçin.

Ji alîyê din ve, Wezareta Berevanî ya Rûsya da zanîn ku di êrîşên esmanî de, li bakurê rojavayê Sûrîyê 5 berpirsên payabilind yên komeke ku peywendîya bi El-Qaydê re heye, hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG