Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

13 Endamên NATO'yê li Afganîstanê Hatine Kuştin


Leşkerên Amerîkî di cîhê êrîşa xwekuj de nobedarîyê dikin. Kabul, Afganîstan, Cotmeh 29, 2011.
Leşkerên Amerîkî di cîhê êrîşa xwekuj de nobedarîyê dikin. Kabul, Afganîstan, Cotmeh 29, 2011.

Otomobîleke xwekuj roja Şemîyê êrîşî konvoya NATO’yê li Kabulê kir û 13 endamên Hêza Ewlekarî ya Navnetewî (ISAF) û herî kêm 4 Afganî kuştin. Di êrîşê de, bi kêmî ve 8 kesên din jî birîndar bûn.

Tê ragihandin, 12 ji endamên NATO’yê Amerîkî ne. Medyaya Kanadî jî radigîhîne ku yek ji qûrbanîyan Kanadî bûye.

Ajotvanê otomobîla xwekuj xwe li kelêka otobuseke ku endamên NATO’yê hildigirt, peqand û di encamê de otobusa bi dirx (zirx) wergerîya û şewitî.

Êrîş berî nîvro li rêyeke mijûl ya li nêzîkî muzeya netewî pêk hat. Tê ragihandin, cîhê êrîşê ne dûrî parlamen û bingeheke leşkerî ya NATO’yê ye.

Ambulans, helîkopter û personelên NATO’yê dem û dest geheştin cîhê bûyerê ku alîkarîya birîndaran bikin.

Berdevê Pentagonê Kolonel Jim Gregory piştrast kir ku 13 endamên NATO’yê ku hatine kuştin, Amerîkî ne.

XS
SM
MD
LG