Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

17 Kes li Yemenê Hatin Kuştin


Karbidestên Yemenê dibêjin di pevçûnên nû de navbera hêzên û al Qayîde li başûrê welatî 17 kes ji herdu alîyan hatin kuştin.

Karbidestên artêşê dibêjin şer roja Yekşemê sibehê destpê kir dema ku hêzên hikûmetê, bi piştgirîya şervanên êldar, du êrîş birin ser bajarê Jaar li başûr ku ji sala borî de ketiye bin kontrola mîlîtanan.

Karbidest dibêjin firokeyên şer yên Yemenî çend dever kirine armanc pênc kîlomteran derveyî Jaar. Nêzî 70 ji sedî ji rûniştvanên Jaar di mehên borî de ji bajar revîyane ji ber şerê berdewam.

Karbidest herwiha dibêjin di nav kesên mirî de heşt militant, çar leşker û pênc sivîl hebûn ku bi artêşê re şer dikirin.

XS
SM
MD
LG