Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

31 Sîyasetvanên Kurd li Tirkîyê Hatine Girtin


Polîsên bi kincên sîvîl ji mala parlamentera Kurd Leyla Zana derdikevin
Polîsên bi kincên sîvîl ji mala parlamentera Kurd Leyla Zana derdikevin

31 sîyasetvanên Kurd ji alîyê dadgeheke Tirkî ve, bi sedema qaşo peywendîyên ligel serhildayên Kurd ku jibo otonomîya Kurdî şer dikin, hatine girtin.

Li nav kesên girtî, parlamentera berê Fatma Kurtulan û sîyasetvan Tuncer Bakirhan jî hene. Bakirhan serokê berê yê Partîya Gel ya Demokratîk (DEHAP) bû ku ji alîyê dadgehê ve hatibû qedexe kirin.

Di operasyonên roja Înê de, polîsên Tirk êrîş biribûn ser mal û ofîsên endamên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ya ser bi Kurdan. Di heman operasyonê de mala parlamentera Kurd Leyla Zana ya li Enqerê jî hebû.

Dadgeheke Tirk, Xanim Zana li sala 1994’an bi cezayê zindan mehkûm kirîbû, bi sedema ku têkîlîyên wê ligel Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hebû. Birêz Zana 10 salan li zindanê mabû.

Li dijî bangên hikûmeta Tirk ku dixwaze PKK çekên xwe berde, parlamentera Kurd Leyla Zana berî çend rojan daxuyanîyek dabû û gotibû ku “şerê çekdarî, garantîya Kurdan e”.

XS
SM
MD
LG