Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Serbazên Sûrî Demê Revînê Hatin Kuştin


Çar Serbazên Sûrî Demê Revînê Hatin Kuştin
Çar Serbazên Sûrî Demê Revînê Hatin Kuştin

Bizavkarên Sûrî dibêjin hêzên parastinê teqe li çar serbaza kir û kuştin demê bizav kirîn ji kempek leşkirî li bakura welatî birevin.

Komela Zêrevaniya Mafên Mirovan ya Sûrî, roja Duşembî got ew serbaz li parêzgeha Idilb li ser tixûbê Tirkiyê hatin kuştin.

Serokê Sûrî Beşar Esed bo tepeserkirina serhildana xwenîşanderan hêz li welatî belave kirîne. Neteweyên Yêkgirtî dibêje di tepeserkirinê de, hikûmetê heta noke bi kêmî ve 2,700 kes kuştîne ewey xwenîşandanan destpêkirîn li meha sê Adarê.

Her li roja Duşembî, Wezîrî Derve yê Sûriyê Walîd Moualem demê li Civata Giştî ya Neteweyên Yêkgirtî li New York taxfit, komelên çekdar bo destûdarê Sûriyê binaskar kirin.

Wî herwesa rexne li Amerîka û Yêkîtiya Ewropî girtin bo danana toleyan ser Sûriya, û ew xetabar kirin ku li demê ku alozbûna xwe bo maf û parastina gelê Sûrî diyar dikin li heman dem berjewendî û pêdivîyên serekî yên wan têxe di metirsîyê de.

XS
SM
MD
LG