Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

8 Kes li Îraqê Hatine Kuştin


8 Kes li Îraqê Hatine Kuştin
8 Kes li Îraqê Hatine Kuştin

Di 3 hewilên şelandina dîkanên zêrfiroşan de, bi kêmî ve 8 kes li Bexdayê hatine kuştin.

Wezareta Navxweyî ya Îraqê dibêje, çekdaran roja Yekşemê êrîşî dîkanan kir, li taxa Mansur ya rojavaya Bexdayê û xûdanên her 3 dîkanan ji kuştin.

Wezaret her wiha radigîhîne, 2 ji çekdaran di pevçûnên navbêra wan û zerevanan de hatine kuştin. Wezareta Navxweyî ya Îraqê her wiha dibêje, bi kêmî ve 5 kesên din jî birîndar bûne.

Karbidestên Îraqî, xirabkaran bi êrîşên wî rengî tawanbar dikin.

Karbidest her wiha dibêjin, di peqîna bombeyên li nav otomobîlan veşartî de 2 kes hatine kuştin û bi kêmî ve 8 kesên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG