Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Operasyona Rizgarkirina Reqa û Helwesta Tirkiyê


Azad Berazî û Elî Mislim
Azad Berazî û Elî Mislim

Peyvdarê Hêzên Sûriya Demokrat'k Telal Silo îro Sêşemê destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê ragihand.

Wî got ev operasyon bi hevrêziya li gel koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka bi rê ve diçe.

Reqa ku niha ji aliyên rojhilat, bakur, û rojava ve dorpêçkirî ye, ji doh Duşemê ve rastî topbaraneke giran dibe.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje dê welatê wî bersivê bide eger ew êrîşa HSD çi gefeka ewlekarî bide ser Tirkiyê.

Yildirim careke din rexneya Amerîka kir li dor destpêkirina operasyonê li gel HSDê.

Wî got:

“Piştgiriya Rêxistinên terorîst li hevalbendiya me nayê. “

Amerîka ji aliyê xwe ve û li ser zimanê komandarê hêzên Amerîkî li Îraqê dibêje dê operasyona Reqa yê “Dijwar û dirêj.“ be

General Steve Townsend got dê koalisyon berdewam be di piştgiriya HSDê de li Reqa yê.

Rizgarkirina Reqa çiqas zor e û HSD ta kîjan astê dikarin pê rabe?

Metirsiyên Tirkiyê çi ne û HSD dê çawa bibe gef li ser ewlekariya Tirkiyê?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Azad Berazî, endamê Encûmena Sivîl a bajarê Reqa ku li Serê Kaniyê dimîne û Elî Mislim, endamê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê ku li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 06_06_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:30 0:00

XS
SM
MD
LG