Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Depoya Cebilxaneyeke de 17 Kes li Îranê Mirin


Di Peqîna Depoya Cebilxaneyeke de 17 Kes li Îranê Mirin

Karbidestên Îranî dibêjin, di encama peqîneke hêzdar ya li depoyeke cebilxaneyeke de, herî kêm 17 endamên Hêzên Sipahê Pasdaran li rojava Tehranê hatine kuştin.

Medyaya dewletê radigîhîne, di bûyerê de qumandarekî payabilind hî mirîye. Di peqînê de, bi kîm ve, 16 kesên din jî birîndar bûne ku rewşa saxlemîya hinek ji wan giran e.

Berdevkê Hêzên Sipahê Pasdaran, Ramazan Şerîf got, vêkolîna wan ya pêşî nîşan daye ku peqîn di demeke de qewimîye ku hêzên leşkerî cebilxane ji depoyê vediguhastin.

Vekolêr dibêjin, ew guman nakin ku peqîn kiryareke terorîstî be.

Peqîna hêzdar zirar gihande avsahîyên dewrûber û ji 40 km dûrî paytaxt Tehranê jî hate hêst kirin.

XS
SM
MD
LG