Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asiacell û Korek Hîn ji Bexda Ti Daxwazî Wernegirtine


Asiacell û Korek Telecom îro Sêşemê ragihand ku wan hîn daxwazeke fermî ji hikûmeta Îraqê nestandiye ku navendên xwe ji Herêma Kurdistanê veguhezînin Bexda.

“Ger pêdivî be, emê li çareserîyeke avaker bigerin ku di berjewendîya kirîyarên me û hemî alîyên peywendîdar be,” daxuyanîya Asiacell ya bingeh li Silêmanî got.

Kompanya Korek jî da zanîn ku ji wê re ti daxwazî ji hikûmeta Îraqê nehatine.

Hikûmeta Îraqê do Yekşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandibû ku ewê kontrola xwe li ser şîrketên telekomunîkasyonê cîh bike û ji wan bixwaze ku navendên xwe bînin Bexda.

Daxuyanîya Bexda zelal nekiribû ku qala kîjan şîrketên telefonê tên kirin, lê tê bawer kirin ku Korek Telekom û Asiacell ku li navenda wan li Hewlêr û Silêmanî ne.

Daxuyanî wek beşeke nû ya toleyên hikûmeta navendî ye ku jibo bersîvdana referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê têne danan.

Hikûmeta Îraqê referanduma Kurdan wek gaveke dijî qanûna bingehîn dibîne û loma jî jimareke gavên wek qedexekirina firînên Hewlêr û Silêmanî li ser Herêma Kurdistanê danane.

XS
SM
MD
LG