Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asif Zerdarî bo Cara Duyan Wek Serokê Pakistanê Hat Hilbijartin


Asif Eli Zerdari
Asif Eli Zerdari

Li gorî Komîsyona Hilbijartinê, Asif Ali Zerdarî, mêrê serokwezîra berê ya koçkirî Benazîr Bhutto, roja Şemiyê bû serokkomarê Pakistanê, piştî ku di navbera 2008 û 2013 de ev posta rûmetê girtibû.

Zerdarî di dema dengdana Komîta Hilbijartinan de, ku endamên her du odeyên parlamentoyê û herçar meclisên herêmî tê de cih digirin, 411 deng bi dest xistin, li hember 181 dengan ku berbijarê opozîsyonê wergirtibû.

Hilbijartina wî wekî serokê Pakistanê hema hema zelale, ji ber ku ew di çarçeva peymanekê de hat ku piştî hilbijartinên paralmenê û herêmî yên ku di 8ê Sibatê de pêk hatin û gumana sextekariyan ketbû ser encaman.

Partiya Gel ya Pakistanê bi serokatiya Zerdarî û kurê wî Bilawal Bhutto Zerdarî, bi dijberê xwe yê dîrokî re, Hevpeymaniya Îslamî ya Pakistanê ya bi serokatiya Şehbaz Şerîf re li hev kirin.

Li gorî vê yekê Şerîf di 3'ê Adarê de ji bo serokwezîrtiyê hat hilbijartin û Asif Elî Zerdarî (68 salî) jî soz dabû Zerdarî ku bibe serok.

Zerdarî mêrê serokwezîra berê Benazir Bhutto bû, jina yekem di serdema nûjen de ku dewletek îslamî rêvedibir, berî ku ew di sala 2007 de were kuştin.

Piştî kuştina Benazîr, Zerdarî ji sirgûnê vegeriya da ku serokatiya Partiya Gel ya Pakistanê bike, ku di hilbijartinên paralmenê yên wê demê de bi ser ket û di îlona 2008 de ji hêla parlamentoyê ve erke serokê dewletê hate hilbijartin.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG