Karbidestên Japonî dibêjin, ew bi tirs in ku 8 xwendekarên lîseyê mirine, piştî ku ew li rojhilata welêt di bin aşîtê de mabûn.
Karbidest dîyar dikin ku di bûyerê de 3 xwendekar birîndar bûn û bi kêmî ve 1 mamoste jî hinda ye.
Karbidest didine zanîn ku ew xwendekar jibo geryaneke çîyagerî li bajarokê Nasu ya 175 kîlometre bakurê Tokyo li herêmê bûn û ji heft xwendingehan 50 xwendekar û 10 mamoste li nav wan çîyayan bûn.