Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Plandanêrê Êrîşa Dijî Konsulxaeya Çînî li Pakistanê li Afganistanê Hate Kuştin


Fermandarê Artêşa Rizgarîya Belucistanê Îslam Beluc

Yek jî plandanêrên êrîşa meha borî ya dijî konsulxaneya Çînî ya li bajarê Qaraçî ya Pakistanê, ligel 5 hevalên xwe li Afganistanê hate kuştin.

Artêşa Rizgarîya Belucistanê ragihand ku fermandarê wê Îslam Beluc û 5 endamên wê roja Yekşemê di êrîşekê de hatine kuştin.

“Yek ji fermandarên girîng yê Artêşa Rizgarîya Belucistanê û 5 hevrêyên wî di êrîşa dijmoin de şehîd bûn,” berdevikê wê rêxistinê, Jiand Beluch, bê ku hurgilîyên din bide, ragihand.

Artêşa Rizgarîya Belucistanê dijberîya projeyên binsazî yên li istana Belucistanê dike ku kompanîyên Çînî bi rêve dibin.

3 endamên Artêşa Rizgarîya Belucistanê meha çûyî êrîş biribûn ser konsulxaneya Çînî û 4 kes kuştibûn û ew bi xwe jî ji alîyê hêzên ewlekarîyê hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG