Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Esed: Emê Sûrîyê ji "Terorîstan" Paqij Bikin


Serokê Sûrî Beşar Esed soz da ku welatê xwe, bi gotina wî ji “terorîstan” paqij bike, li vê demê ku hêzên wî yên ewlekarîyê şerê xwe yê dijî serhildayan didomînin.

Televîzyona dewletê ya Sûrî dibêje, birêz Esed piştî civîna xwe ya ligel wezîrê konseya ewlekarîya Îranê, Saîd Celîlî çend daxuyanîyên girîng dan. Beşar Esed dîyar kirîye ku ew dê dilovanî li hember “terorîstan” nîşan nedin.

Pispor balê dikşînin ku Serokê Sûrî Beşar Esed piştî du hefteyan, cara yekê ye ku di televîzyonê de xuya dibe.

Wezîrê Îran Saîd Celîlî jî di hevdîtina xweya ligel Beşar Esed de piştgirîya welatê xwe ya jibo Sûrîyê careke din dubare kir.

Hemdem, Tehran dibêje ku ew ji revandina 48 hemwelatîyên Îranî li Sûrîyê, Amerîkayê berpirs dibîne.

Televîyona dewleta Îranê dibêje, wezareta derve ji balyozê Swîsrî re got ku Tehran çaverê ye ku Amerîka bandora xwe kar bîne da ku Îranîyên revandî bê şert û merc werin azad kirin.
XS
SM
MD
LG