Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Dipejirîne Damezrênerê WikiLeaks Bihê Dadgehkirin


Julian Assange damezrênerê WikiLeaks
Julian Assange damezrênerê WikiLeaks

Dadgeha Swêdî ya Pêdaçûnan, roja Înê ragihand ku , divê Julian Assange yê 45 salî danerê saziya WikiLeaks bihê dadgehkirin.

Desthilatdarên Swêdê dixwazin Assange bihê girtin û lêpirsîn li dij wî derheqa tawanên destdirijiyên Zayindeyî bihê destpêkirin, lê Assange her tim wê tawanê red dike ku, wî kir be.

Dadgeha Swêdî ya Pêdaçûnan tevî dadgehek din roja Înê tekez dikin ku Assange tawanbarê bergoman yê destdirêjiya Sexî ye.

Assange li gelek welatan tawanbar tê dîtin, sala 2012an xwe havêtiye di balyozxana Akwadorê de li bajarê London, ew di tirse jibo Swêd bihê radestkirin.

Assange dîsan ji aliyê Amerîka de jî tê xwestin, desthilata Amerîka dixwaze derheqa çalakiyên wî yên di saziya WikiLeaks de, lêprîsn li dij wî bidin destpêkirin.

Balyozxana Akwador li London roja 17î Çirya Pêşîn ya meha li pêşiya me weke roja lêpirsînê jibo Assange destnîşan kirîye.

XS
SM
MD
LG