Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dadgeha Brîtanî Assange Gaveke Din Nêzî Radestkirina Amerîka Ye


Damezrenerê WikiLeaks Julian Assange

Revebirîya Amerîka îro Înîyê doza dijî biryara dadgeha herêmî ya Brîtanya ku damezrînerê WikiLeaks Julian Assange neyê radest kirin, qezenc kir.

Biryara Dadgeha Qraliyetê ya li Londonê (dadgeha bilind), rê ve dike ku Assange ji Amerîkayê re were dayîn.

Dadgeha heremî ya di destpêka vê salê de daxwaza Amerîka ya radestkirina Assange red kiribû, bi sedema ku saxlemîya derûnî ya wî ne baş e ku li gor sîstema dadê ya Amerîka li ber xwe bide.

Dadwer Vanessa Baraitser gotibû ku heke Assange di bin şert û mercên giran yên di zindaneke Amerîkî de bimîne, îhtîmal e ku ew xwe bikuje.

Lê, Amerîkayê dijî vê biryara dadgehê, dij-doz vekir û îro qezenc kir.

Parêzerê Amerîka James Lewis got ku "dîroka Assange ya nexweşîya derûnî ya giran û domdar tune ye" û ew pîvanên asta nexweşîyê nîşan nade yên ku wê nikaribe hember zarardayîna xwe bisekine.

Dadwer Timothy Holroyde îro biryara dadgeha Bilind ya Brîtanya eşkere kir û got ku ew ji garantiyên ewlehîyê yên ku ji hêla Amerîkayê ve hatine dayîn, pêbawer in.

Li gor vê yekê, rêvebirîya Amerîkayê soz daye ku ewê Assange di girtîgehên bi 'ewlekarîya herî bilind' de neyê girtin, û heke sûcdar bê dîtin ewê wî veguhezînin welatê wî Awustralya.

Piştî biryara Dadgeha Bilind, niha divê hikûmeta Brîtanya biryara radestkirina Assange bide.

Lê, dijî biryara dadgehê ya ku îro hat dayîn, dibe ku îtîraz bê kirin.

WikiLeaks cara yekê di 2010'an de dema ku dîmenên artêşa Amerîkî yên li Bexdayê weşand navdar bû, yên ku di 2007'an de bi dehan kes, tevî du rojnamevanên Reutersê, di êrîşeke helîkopterên Apache de hatibûn kuştin, nîşan didan.

Her wiha, WikiLeaksê bi sed hezaran belgeyên dîplomatîk yên nepênî yên Amerîka yên ku gelek caran di derbarê rexnegirên Amerîka yên serokên cîhanê, ji Serokê Rûsya Vladimir Putin heya endamên malbata Qralîyeta Erebistana Saudî weşandibû.

Dozgerên Amerîkî doz li Assange bi 17 tawanên sîxuriyê û yek sûcdarkirina bikaranîna kompîturê ji ber weşandina bi hezaran belgeyên leşkerî û dîplomatîk ên WikiLeaks vekir.

Amerîka, Julian Assange bi 17 tawanên sîxuriyê û yek sûcdarkirina karanîna xelet ya kompîturê ya jiber weşandina bi hezaran belgeyên leşkerî û dîplomatîk yên nepenî ji ser WikiLeaksê, tawanbar dike.

Jibo wan tawanan li Amerîka herî zêde 175 sal cezayê zindankirinê heye, her çend parêzer Lewis got "jibo van tawanan sûherî dirêj cezayê ku heta niha hatiye dayîn 63 meh e."

Julian Assange yê 50 salî, niha li Girtîgeha Belmarsh ya bi ewlekarîya bilind ya Londonê tê girtin.

XS
SM
MD
LG