Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî û Opozîsyon li Astana Dicivin


Hikûmeta Sûrî û şandeyên opozîsyonê, di danûstandinên aştîyê de îro Duşemê li Astana ya paytaxta Qazaqistanê kom bûn.

Jêderên serhilda radigihînin ku di danûstandinan de wê hevdîtinên rasterast yên bi rejîma Sûrî re pêk neyên.

Çaverê ye ku rojeva danûstandinan agirbesteke seranser Sûrîyê be ku bi navbeynkarîya Rûsya, Tirkîyê û Îranê di dawîya sala borî de agirbesteke wiha pêk hatibû.

"Daxwaza me ev e ku ev danûstandin ronî bînin tunela tarî ya kêşeya Sûrî. Barê me gîşkan e ku em pêşketinên ku gelê Sûrî hew dike, peyda bikin” wezîrê derve yê Qazaqistanê Kairat Abdrakhmanov di vekirina danûstandinan de got.

XS
SM
MD
LG