Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Şanda Opozisyonê Derbarê Pêşneketinên Diyalogê Sûcdar Dike


Syria peace talk press conference
Syria peace talk press conference

Ajansa Reuters roja Pêncşemê ji bajarê Astana paytexta Kazaxistinê ragihand ku di civîna îro ya Astana de, ti pêşketin di dialoga rewşa Sûriyê de pêk nehatin, hikûmeta Sûrî derbarê rewşa civînê şanda opozisyonê sûcdar dibîne.

Serokê şanda hikûmeta Sûrî Beşar Caafarî roja Pêncşemê got, gotûbêjên aştiyê yên li Astana encam bidest nexistin, jiber ku şanda nûnerên çekdar yên opozisyona Sûrî direng gihane civînê, her çende civîn rojekê hat bû paşxistin, lê dîsan şand zû amade nebû, Caafarî şanda opozisyonê bi "tevgeryanek ne berpirsan e", wesif kir.

Li Astana bo cara duyan şanda hikûmeta Sûrî bi alîkariya Rûsya û şanda opozisyona Sûrî bi alîkariya Tirkiyê civînan pêktînin, lê weke çavdêr didin dibêjin, heta niha encamek baş ji van civînan nehatine bidest xistin.

XS
SM
MD
LG