Lînkên eksesibilîtî

Gera Nû ya Danûstandinên Astana di Dawîya Cotmehê de Ye


Wezareta Derve ye Qazaqistanê ragihand ku gera heftan ya danûstandinên aştîya Surîyê dê di 30-31’ê Cotmehê de li Astana li dar keve.

Danûsitandinên Astana bi navbeynkarîya Tirkîye, Rûsya û Îranê çêdibin.

Wezareta dîyar kir ku ewê alîyên danûstandinan, hewil bidin ku di vê kombûnê de komîteyeke bo guherandina dîlgirtîyan, radestkirina termen leşkerên kuştî ava bikin.

Li gor daxuyanîya wezaretê, di kombûnê de ewê têkoşîna navnetweyî ya dijî terorê were nirxandin û herwiha bo paqijkirina mayînên li Sûrîyê jî hin hewildan destpê bikin

XS
SM
MD
LG