Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Astana di Roja Duyê de Berdewam Dike


Kazakhstan Syria
Kazakhstan Syria

Civîna Astana ku li Qazaqistanê bi navbeynkarîya Rûsya, Tirkîye û Îran'ê do Duşemê destpê kiribû îro Sêşemê jî didome.

Piştî danûstandinên danê sibê, nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê jibo Sûrîyê Staffan de Mistura da zanîn ku alîyên şer nêzî rêkeftinekê bûne.

''Em ne dûrî deklarasyona encamê ne. Di civînê de nîqaşên giran çêdibin, çinku mesele ne tenê kaxitek e; di dawîya vê civînê de dê şer bi dawî bibe û Sûrîyê bijî,'' Mistura ji AFP'ê re got.

Berdevkê komên serhildayan Yehya El Arîdî ji dîyar kiribû ku ewê ti rêkeftinan îmze nekin. ''Eger her tişt xweş here, em li bendê ne ku îro encamek ji civînê derkeve '' Arîdî ji AFP'ê re got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di civîna do de pêşengên serhildayan û rêvebirîya Esad red kiribûn ku li heman maseyê rûnin. Her du alîyên ku di odeyên cuda de rûniştibûn, di ser navbeynkaran re danûstandinên xwe kiribûn.

XS
SM
MD
LG