Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Yekê ya Civîna Astana Bê Pêşketinên Berbiçav Dawî Bû


Jêderên li Astana radigihînin ku di civîna ser Sûrîyê de heta niha pêşketineke berbiçav pêk nehatiye, lê danûstandin wê sibe Sêşemê jî berdewam bikin.

Jêderên civînê radigihînin ku di danûstandinan de hevdîtinên rasterast yên navbera rejîma Sûrî û serhilda pêk nayên, lê her du alî bi rêka navbeynkaran danûstandinan dikin.

Armanca serekî ya civîna Astana ew e agirbesteke seranser li Sûrîyê pêk were, wek agirbesta bi navbeynkarîya Rûsya, Tirkîyê û Îranê ku di dawîya sala borî de bi cîh hatibû.

Wezîrê Derve yê Qazaqistanê Kairat Abdrakhmanov di vekirina danûstandinan de gotibû ku ew dixwazin bi vê cîvinê ronî bînin tunela tarî ya kêşeya Sûrî.

Hêjayî bîrxistinê ye ku berê jî jimareke civînên dawîkirina şerê li Sûrîyê hatibû kirin, lê ew hewil gîş têk çûbûn.

XS
SM
MD
LG