Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Astana Bêyî ku Sedem Eşkere Bibe Hat Taloq Kirin


Ji Civîna Astana ya meha borî
Ji Civîna Astana ya meha borî

Wezareta Karên Derve ya Qazaqistanê, bêyî ku sedema wê eşkere bike da zanîn ku Civîna Astana ya çaverê bû îro Çarşemê destpê bikira ji sibê Pêncşemê re hatîye taloq kirin.

Serhildayan, roja Duşemê dîyar kir ku Rûsya zorê dide hikûmeta Sûrîyê ku ew agirbesteke jibo seranserê welêt îmza neke. Piştî vê tawanbarkirinê guman çêbû ku serhilda beşdarî civîna ku ji alîyê Tirkîye, Rûsya û Îranê ve tê li dar xistin nebin.

Karidestên Qazaq, hefteya borî ragihand ku nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê jibo Sûrîyê Staffan de Mistura jî hatîye vexwendin. Civîna Cenev, ku NY jibo çareserkirina kêşeya Sûrîyê birêve dibe, hefteya tê destpê dike.

Hêjayî bîrxistinê ye, meha borî di beşa yekê ya civînên Astana de, hevdîtinên rasterast yên navbera rejîma Sûrî û serhilda pêk nehatibûn, lê her du alî bi rêka navbeynkaran danûstandin kiribûn.

XS
SM
MD
LG