Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AstraZeneca Dibêje Vaksîna Wê Dijî Cureyên Hîndistanê Kêrhatî Ye


Kompanîya AstraZeneca di ser lêkolînekê re ragihand vaksîna wê ya vîrusa korona dijî cureyên vîrusê yên bi navê Delta û Kappa kêrhatî ne ku ew cara pêşî li Hîndistanê hatibûn dîtin.

Li gor daxuyanîya kompanîya AstraZeneca, Zanîngeha Oxfordê bi antîkorên însanên rind bûne û vaksîn li xwe dane, ser şîyana wan ya têkbirina cureyên Delta û Kappa lêkolîn kirine.

Karbidestên saxlemîyê yên Brîtanya hefteya borî dîyar kiribûn ku vaksînên Pfizer û AstraZeneca dijî cureya Delta ji ketina nexweşxanîyê 90 ji sedê pirtir berevanîyê çêdike.

Kompanîya AstraZeneca da zanîn ku encamên lêkolînên Oxfordê xwe dispêrin analîza karbidestên saxlemîyê yên Brîtanya.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) roja Înê dabû zanîn ku cureya Delta li dinê ya herî berbelav e.

XS
SM
MD
LG