Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Atlanta de 8 Kes Hatin Kuştin Û Gomanbar Hat Desteser Kirin


Berpirsên Eyaleta Georgia dan eşkere kirin ku wan direngî şeva Sêşemê kesek girtîye piştî ku êrîşa gulebarandinê pêkhatî ku 8 kesan di wê êrîşê de giyanê xwe ji dest daye di nava kuştiyan de 6 jinên Asyayî hene.

Wezareta Derve ya Koreya Başûr gotiye 4 kes ji qurbaniyan ji esl de Korî ne.

Di daxuyaniyek rojnamegerî de serê sibeya Çarşemê peyvdara Qesra Spî Jen Psaki gotiye, Serok Biden bi şev agihdarî"Bûyera gullebarnadinê ya bitirs" bibû, herwiha "Berpirsên Qesra Spî li gel serokê Şaredariyê di têkliyê de bûn û dê berdewam bin di têkiliyên bi ofîsa Lêpirsînên Fedralê FBI re."

Şeva borî êrîş li salona mesajê li bajarokê Acworth pêkhat ku 50 kîlometran dûrî bajarê navendî Atlanta ye, pêşî berpirsan ragihand ku kesekî 2 jinên Asyayî, jinek û zilamekê spî kuştin û zilamek din birîndar kir.

Pişt demjimêrekê, polîsan li Atlanta 3 jinên din yên Asyayî mirî dîtin ku jiber birînan gulebarandina ser wan li navendeke ciwankariyê jiyana xwe ji dest dabûn. Şûn de li cihekî din yê nêzîk li navendeke tendirustiyê jineke din ya Asyayî kuştî hat dîtin.

Di tomarên videoyên zêrevaniyê de derketine ku otombîlek dîtîye li hersê ciyên bûyer lê pêkhatî heman otombîl bûye, ev dide piştrast kirin ku heman kes berpirse ji gulebarandina li hersê ciyan.

Bergomanê Êrîşa Georgia Robert Aaron Long, 21 salî, Adar 16, 2021.
Bergomanê Êrîşa Georgia Robert Aaron Long, 21 salî, Adar 16, 2021.

Gomanbar Hatiye Desteser Kirin

Piştî berdanadûv, polîsan li ser cada giştî 240 kîlometran li başûrê Atlanta xortê 21 salî Robert Aaron Long desteser kir.

Ev bûyer di wê demê de pêkhat ku li Amerîka li ciyên din jî êrîş li dij regezên Asyayî çê dibin, grûpa " Stop AAPI Hate" derbarê bûyerê got jibo revenda Asyayî "Ev trajîdiyek nayê wesif kirin" e.

Rep. Pramila Jayapal, D-Wash,
Rep. Pramila Jayapal, D-Wash,

Grûpê di daxuyaniyê de herwiha got "Şêweyeke belgekirî yê êrîşên vê dawiyê li ser civaka me heye, ku nêzî 3800 raportên nefrtê li seranserî Amerîka ji Adara 2020ê heta niha gihane me, lê hêjî karek weha bo parastina Amerîkiyên Asyayî nehatiye kirin ku astê nehezî, nijadpersitî û tûndiyê kêm bikin."

Endama Kongresê, Pramila Jayapal, ku endama Kongresa Amerîkî ye, ya Asya û Kîşwera Pasafîk di hesaba twîtera xwe de nivîsand "Dilê min diteqe jiber van nûçeyên trajedî." Herwiha got "Amerîkiyên ji Asiya û Pasafikê cardî aramnc hatin girtin û rastî êrîşên kuştinê hatin li Georgia û li seranserî Amerîka" herwiha got "Divê her tiştî ji dest me bihê em bû rawistandina vê tûnidyê bikîn, em bi hevre li dijî neheziyê, tûndiya bi çekan û nijadpersitiya kure hevkar bîn."

XS
SM
MD
LG