Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efserekî Atlantayê ji Kar Tê Dûrxistin Piştî Kuştina Welatiyekî Reş


Beşê polîs ê bajarê Atlanta yê wîlayeta Georgia îro yekşemê ragihand ku efserekî polîs ji kar hate dûrxistin, piştî teqekirina welatiyekî reş.

Ev dûrxistina ji kar a efserê polîs tê piştî destkişana ji kar a seroka polîsê Atlantayê Erika Shields, piştî kuştina welatiyekî 27 salî bi navê Rayshard Brooks roja Înê, ku bûbû sedema pêleka nû ya xwepêşandanan li Atlantayê li gel xwepêşandanên berferh ên seranserî Amerîka li dijî mirina George Floyd di nav destê polîs de.

Peyvdarê polîsê Atlantayê John Chafee got navê efserê ji kar hatî dûrxistin Garrett Rolfe ye, ku sala 2013an de dest bi kar kiribû, û li şûna wî efserê bi navê Devin Brosnan hate erkdarkirin, ku ew ji sala 2018an ve tevlî polîs bûye.

Efserê ji kar dûrxistî Rolfe li pêş xwaringeha Wendy’s hewl dide Brooks bigre û piştî 40 deqe di ser axaftinê û hewla girtin wî re derbas dibin, Rolfe Brooks gulebaran dike.

Xwepêşanderan şeva borî agir berdan xwaringeha Wendy’s, cihê ku Brooks lê hatî kuştin.

Şaredara Atlanta Keisha Lance Bottoms di konferansa rojnamevanî ya ku destkişanadina ji kar a seroka polîs ragihandî de, banga dûrxistina ji kar a efserê polîs Rolfe kiribû.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG