Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Êrîşa Xwekujî ya Ser Sînorê Tirkîyê Radike Ser Xwe


Herêma nêzîkî gundê Atmê
Herêma nêzîkî gundê Atmê

DAIŞê berpirsîya êrîşeke bombeyî li ser sînorê Tirkîyê ku tê de herî kêm 29 kes hatine kuştin, rakir ser xwe ku piranîya wan kesan çekdarên serhilda yên ser bi Tirkîyê ne.

Êrîşvanekî xwekuj li nêzî gundê Atmê ya ser tixubê Tirkîyê otomobîla xwe ajot ser konvoyeke serhildayan ku li heman deverê şerê DAIŞê dikirin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên mirovan (SOHR) ya bingeh li Londonê, ragihand ku hejmara kuştîyên êrîşa DAIŞê 30 kes e.

DAIŞê di daxuyanîyekê de ku li ser înternetê hate weşandin berpirsîya êrîşê hilda ser xwe.

Dîdevanekî bûyerê ji Reuters re got ku kesên kuştî endamên gruba Failiq el-Şam in.

XS
SM
MD
LG