Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin: Ti Leşkerîya Cîhanê Wê Nikarîbûna Operasyonekê bi wî Awayî Birêve Bibin


Karbidestên bilind yên leskerî yên Amerîkî do Sêşemê li Kongresa Amerîkî bersîva pirsên qaûndaneran li ser Afganistanê dan û îro Çarşemê jî wê rûniştina wan berdewam bike da ku li ser dawîkirina erkê 20 salan li wî welatî biaxifin.

Wezîrê Berevanîyê Lloyd Austin, General Mark Milley, û Fermandarê Fermangeha Navendî ya Amerîkî Kenneth McKenzie wê derkevin pêş Komîteya Xizmetên Leşkerî ya Kongresê.

Di rûniştina roja Sêşemê de qanûndaneran pesna biryara vekişandina ji Afganîstanê da ku şerê herî dirêj yê Amerîka bi dawî kir û alozîyên ku di rojên dawî de çê bûn wekî têkçûnekê bi nav kir.

Wezîrê Berevanîyê Austin berevanî ji vekişandinê kir û got tevî ku ew ne mukemmel bû, lê tu leşkerîya cîhanê wê nikarîbûna operasyonekê bi wî awayî birêve birin.

Wî got, "di dîroka Amerîkayê de ew operasyona esmanî ya herî mezint bû ku di 17 rojan de bi dawî bû. Me plana derxistina 70,000 û 80,000 kesan kiribû. Me pirtir ji 124,000 kesan ji wir derxist."

General Milley ji qanûndaneran re li ser derxistina 124, 000 kesan axifî ku 6,000 ji wan hemwelatîyên Amerîkî bûn û got ku "ew ji alîyê lojistîkê ve serkeftinek bû lê ji alîyê stratejîk ve têkçûnek bû."

Milley her wiha got ku kontrolkirina Afganistanê ji aliyê Talîbanê ve ne ji 20 rojên dawî bû lê 20 salên dawî bû.

XS
SM
MD
LG