Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin Serdana Belçîka û Polonya Dike


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin dê roja Sêşemê serdana Belçîka, Lîtvanya û Polonya bike.

Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand ku Austin dê bi rêberên wan welatan re bicive.

Austin dê li Polonya serdana leşkerên Amerîka jî bike.. Çaverê ye Austin li Brukselê bi hevbendên NATO re bicive.

Berdevikê Pentagonê John Kirby dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin ser dagirkirina Ukrayna hîn ti biryar nedaye.

Kirby got dibe ku Putin bêyî ku pêşde eşkere bibe dest bi dagirkirinê bike.

XS
SM
MD
LG