Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

James Jeffrey Dibêje Rojnamevan Austin Tice Hîn Sax E


Dê û bavê Tice

James Jeffrey, nûnerê taybet ya Wezara Derve yê bo Sûrîyê got ku bi bawerîya wan rojnamevanê Amerîkî Austin Tice ku li berî şeş salan li Sûrîyê hinda bûbû, hîn zindî ye.

Jeffrey ew agahî di preskonferasnekê de Ii Washingtonê da, lê ti hurgilîyên din nedan.

"Em bawer dikin ku rojnamevan Austin Tice sax e û bi bawerîya me ew hîn wek dîl li hindurê Sûrîyê tê girtin. Wezareta Derve hewilên pir dewletî bi rêve dibe ku cîhê Tice zelal bike û wî azad bike.”

Heta niha nayê zanîn ku Marînê berê Tice ji alîyê kê ve hatiye revandin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Bîroya Vekolînê ya Federal (FBI) jibo bi ewlehî vegera Tice ya malê, 1 mîlyon dolar xelat pêşkêş dike.

XS
SM
MD
LG