Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengbêja Amerîkî Pink 500 Hezar Dolar Wek Alîkarî Dide Australya


Property damaged by the East Gippsland fires in Sarsfield, Victoria, Australia

Dengbêja pop a Amerîkî Pink dibêje ew alîkariya welatê Australya bi 500,000 dolar dike ji bo rûbirûbûna agirê bejayî yê ku hin beşên welêt wêran kirine.

Pink îro Şemiyê li ser Twîter nivîsand ku ew bi temamî têkçû dema wê agirên Australya dîtin.

Wê ji 32.2 milyon kesên ku wê dişopînin re nivîsand ku ew ê 500,000 dolar wek alîkarî bide berpirsên xwecihî yên Australya.

Ta niha jimara kuştiyên agirên Australya gihîştiye 23 kesan û pêşbîne agir di van herdû rojên dawiya heftê de gurtir bibe.

Agirê ku ji meha Êlûnê ve dest pê kiriye, dora 5 milyon hiktar erd şewitandine û bêhtirî 1,500 mal wêran kirine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG