Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Australya Dibêje Ewê bi Xêrhatina Vexwendina G7 Bike


Peyvdarê hikûmeta Australî îro Yekşemê got welatê wî wê bixêrhatina vexwedina tevlîbûna kombûna gurûpa G7 bike û di vê derbarê de pêwendî di navbera serokwezîrê Asutralya û Amerka de bûne.

Peyvdarê Australî got:

“ G7 mijareka girîng e di pêwendiyên radebilind de... Australya wê bixêrhatina vexwendineke fermî bike. Di vê dema tengav a cîhanê de, bihêzkirina hevrêziya navnetewî tiştekî nirxdar e.”

Serokê Amerîka Donald Trumo doh Şemiyê gotibû ewê kombûna G7, ku biryar bû meha Hizêranê pêk bê, bo meha Êlûnê ya jî derengtir bixe.

Trump gotibû ewê hewl bide lîsta welatên beşdar fereh bike û hin welatên din vexwendî kombûnê bike.

Amerîka pilan dike ku Australya, Rûsya, Korya Başûr û Hildistanê tevlî G7 bike.

Pêwendiyên Amerîka û Australya bihêz in û serokwezîrê Australya Scott Morrison yek ji serkirdeyên hindik ên cîhanê ye ku serdana Waşintonê dike di dema serokatiya Donald Trump de.

Morrison, li vajî hin serkirdeyên Ewrupî, rexne li Trum nekirin û li gel Amerîka bû li beramber Çînê, herçendî eva dawî hevkara wê ya sereke ye di warê bazirganiyê de.

XS
SM
MD
LG